Em bi kampên mirinê, bombeyên atomê, şerê paqijiya etnîkî, wêrankirina jîngehê, bêkarîya girseyî, nexweşiyên cuda yên ku her roj derdikevin li holê û bi rewşek ber bi felaketê re rû bi rû ne. Rewşenbîriya ku weke çalakiyeke ronîbûn, bi zanebûn û zanistvaniyê ye, nikare xwe ji vê rewşê qut bigire dest. Pêwîste ku ev rewş were sererast kirin û ji bo vê yekê hewl were dayîn. Armanca me rawestandina meyla heyî ye; ne tenê di gotin de îfadeya rawestandinê û xeletiyan anîna liser zimane jî, her weha îfade kirina rast û xweşik çiye û divê çawa be; bi tenê îfade kirinê jî wêdetir ji bo wê ketina çalakiyê ye. Em di serî de armanc dikin ku li hember rastiya civakî ya ku di dîroka şaristaniyê de hatiye perçekirin û her ku çûye hatiye xerab kirin rawestînin. Ji ber ku tişteke ku tê tunekirin zanista wê jî pêknayê. Ger em naxwazin tune bibin, divê em li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe bidin. Stûna herî girîng a vê berxwedanê, berxwedana rewşenbîrî û zanistî ye. Em li hemberî nêzîkatiyên pozîtîvîst ên kapîtalîzmê yên dabeşkar û parçekirinê, yekparebûna heqîqetê esas digirin. Bi vê gotinê em difikirin ku bi derbas kirina pozîtîvîzmê heqîqetên ku derdikevin li holê divê bên cewherî kirin. Di demên borî û roja me ya îro de di saziyên fermî yên dewletê de desthilat kirina zanistê û hilberîna wê tê wateya windakirina têkiliya wê ya bi heqîqetê re. Qutkirina pêwendiya zanistê bi civaka exlaqî û polîtîk re, tê wê maneyê ku ew ji civakê re bikêrhatî namîne û dibe alîkar ku yekdestdariya zext û mêtingeriyê li ser civakê pêş bixe. Ev nayê wê wateyê ku di van saziyan de qet rewşenbîr nayên pêşxistin û zanist nayê hilberandin. Tişta ku divê were fêhmkirin ev e ku rewşenbîrî û zanista ku bûye desthilat perest wê ji armanca lêkolîn û vedîtina rastiya civakî qut bibe. Ji bo zanista civakî, şoreşa sazîbûnê, bi gotineke din ji nû ve avadankirin, esas e. Çawa ku akademiyên serbixwe yên felsefe û zanistê di serdema ronakbîriya Greko-Îyonî de hatin avakirin, dîsa di Serdema Navîn de hem di kevneşopiya îslamî û hem jî di kevneşopiya xiristiyaniyê de Ronesansa Ewropî, Reformasyon, dergeh û manastiran û tevgerên Ronakbîriyê di heman demê de şoreşên rewşenbîrî û zanistî îfade kirina wan rast be, ji bo derketina ji qeyrana heyî di roja me ya îro de jî pêwîstî bi şoreşên bi vî şeklî heye. Ji sosyalîstên utopîk bigire heta sosyalîstên zanistî, ji anarşîstan heta dibistana Frankfurtê, ji derketina felsefeya Fransî ya di nîvê duyemîn ê sedsala 20. de heta şoreşa çandî ya ciwanan a 1968’an û herî dawî jî heta piştî salên 1990’î derketinên postmodernîst, femînîst û ekolojîst, derketinên şoreşgerî yên di vî warî de xwedî mîrateyeke rewşenbîrî û zanistî ya dewlemend in. Ev Platform, platforma kesên ku li ser esasê cewherî kirina şoreşên ronahiya rewşenbîrî yên şaristaniyê û dijbertiyên erênî yên li hember modernîteya kapîtalîst, dîsa li ser esasê pêkanîna şoreşa xwe ya zanistî û rewşenbîrî dixwazin bibin alîkar û gav bavêjin e. Ji bo avakirina civakek Demokratîk, Ekolojîk û Azadi xweziya Jinê, em armanc dikin ku li hember şeweyên zanîn û zanyariyê yên hegemonyaya kapîtalîst, rêgezên zanînê yên alternatîf hevpar bikin û bikin berhemê hemî civakê. Ev platform ji bo vê yekê ye.